Merheba ji wer canik û camêrno. Wek hûn zanin dibistan vebûn. Hefteya çû, min go berî ku dibistan vebin û berî ku kar û barê me destpê bike, ez berê xwe bidim Amedê. Jixwe mesken demeke dirêje ber bi Amedê ve neçûbûm. Çûna Amedê jî ne ew qas hêsan e ha. Ezê niha qal bikim hûnê heq bidin min.

Belê piştî bihaya petrolê, tu rabe li erebeya xwe siwar be û ji bajarekî here bajarekî dinê pir dixwe. Bo wê min çenteyê xweyî piştê avet milê xwe û min berê xwe da otogara Qoserê. Erebeyên di nava Mêrdîn û Amedê derin û cilt, yên ku jê re dibên transît, ew in. Me xwe bi cî kir û erebe meşiya. Erebe meşiya û skenceya me destpê kir. Nava Qoser û Merdîn sî km ye, lê ji ber ku şofêr hêdi hêdî dajon, rêya ku wê di bîst deqeya de herî, li me dike seatek. Li ser rê kî hebe şofêr lê disekine û li qornê dixe.

Bi vî hawî lisana wî rehet nabe û ji wan kesê li ser rê dipirse û tabana; Diyarbekir, Diyarbekir… Yaw kuro ma ne wa li ser erebeya te Diyarbekir dinivîsîne û tu jê ra li qornê jî dixî. Jixwe şayet werin wê destê xwe ji te ra rakin. Îja tu çima li ber disekinî û tu bang dikî? Bi serê Xetoyê dînik hew mayî bi çengê wan bigrên û bi sıkıntı têxin erebeyê. Heta Mêrdîn halê me konut e. Kesekî ji Mêrdîn here Amedê, dema ku bigihê navçeya Çinar a Amedê wê bêjin va em gihaştin Amedê. Êdî rê tişt nema. Lê Qoserî wexta digihêjin Mêrdîn dibêjin va em gihaştin Amedê. Ji ber şofêr û erebeya xwe heta Mêrdîn pêl hêka dikin û dimeşin. Tu bi kez here tê zûtir here lo!

Havîn e, germe. Weke her tim şofêr qilîma venekiriye. Çipe çipa xwêdana me ye. Zilamek û malbata xwe li paş min rûniştîbûn. Di ber xwe de pite pita wan bû. Zilam hew debar kir û bang şofêr kir û go; Qeptan em ji germa şewûtîn! Tu çima qilîma venakî. Şofêr deng ji xwe neanî. Mêrik gotinê xwe dewam kir; hela dev ji me berdin zarokên me fetisîn. Konut çi hale. Heta Amedê kes ji me sax namîne û hwd.

Ne şofêr û ne jî rêwî me deng ji xwe neanî. Zilam bi hêrs got; Qeptan ma ez ji kê ra dibêjim. Ma deng nayê te lo. Zilam li me rêwiyan nêrî û go; çima hûn istikrar xwe nakin. Qey we ne germ e? Wa hûn giş ji xwêdanê şilopilo bûne. Ez lê zîvirîm û min go; heyra belasebeb neke gazî. Şofêrên dolmîşên me kerr in. Deng nare wan.

Zilam go; çawa kerr in lo. Ku kerr bin çawa erebeyê dajon?

Min jê re got; ez bîst sale di nava her du bajaran derim û têm. Wexta ku tu qala qilîma dikî şofêrê me kerr tabanın. Hema serê xwe neêşîne û huş be.

Zilam got; ma wiha tabana yaw.

Min got; wele min jî digo ma wiha tabana, lê ez hîn bûm ku tu çi bikî bê fêde ye. Hema tu jî dev li lêva xwe bike wê xwedê biqedîne.

Zilam got; Kuro emê ji Amedê bi balafirê herin Stenbol. Konut xwêdana me daye wê bîn têkeve me. Şerme yaw.

Min go; wele tu rast tabana. Ku wexta we hebe serîkî bidin himamê.

Zilam got; ma min zanîbûya konut quzilqurt e, emê jî do bihatina.

Piştî van galgalê me min dî deng ji şofêr sınır go; pismam va em wextî bigihên hêla şêxan, wira hênik e!

Pixînî bi min ket û ez keniyam. Bi vê gotinê zilam bi şofêr teqiya û jê ra go; kuro tu henek û tinazê xwe bi halê me dikî lo. Em ji te ra dibên qilîma veke tu tabana şêxan hênik e.

Şofêr rabû qala bihaya mazotê kir û go ez qilîma vekim ezê bixesirim filan û bêvan. Piştî vê gotina wî, ji qewla ceyranciyan şartêlê min jî avet. Û min go; kuro me hûn li jêr û li jor jî dîtinin. Mesken bi salane ez derim û têm. Berî ku mazot biha bibe jî we qilîma venedikir. Îja hûn bihayê ji xwe ra dikin mane. Dev ji van çîrokan berdin. Û şayet mazot biha bûye, we jî heqê rê biha kiriye.

Şofêr got; na abê ma ji ku wek berê ye!

Min go; na na eyn weke berê ye. Ka em bihesibînin. Ez ji ereba xwe zanim. Ji Mêrdîn heta Amedê şazdeh lîtir mazot dere. Berî bihayê mazot bi şeş wereqe bû. Heqê rê jî bîst û pênc wereqe bû. Bîst û pênc ji bo çardeh rêwîyan dike sêsed û pêncî. Du sed û pencî ji we ra dima. Îro çawa ye; mazot bi bîst û pênca ye. Tu serê kesek şêst wereqe distînî. Çardeh kes di şêstî de dike heşt sed û çil wereqe. Heqê mazotê çarsed wereqa jê derxe, çar sed û çil wereqe ji te ra dimîne. Ka tu li ku xesiriyê. Tew tu ji berê bêtir qezenç dike.

Zilam go; Erreek, te çawa xweş hesiband yaw. Keko tu mamosteyê tematîkê yî gelo?

Min got; na wele rihê min ji matematîkê diçe. Lê ji ber bihaya çê bûye em wer dihesibînin.

Şofêr go; ê abê qimetê pera nemaye ha.

Min got; tew. Kuro ka kî ji me rojê çar sed û çil wereqa qezenc dike. Kesên ku bazirganiyê dike qet ne di xisarê de ne. Sola ku me sed wereqeyî dikirî niha bûye çarsed wereqe. Nanê bi wereqayekê bû niha bûye çar wereqe û çaya bi du weraqa bûye pênc wereqe û hwd. Ku alavê çêkirinê biha bûye firotina wan jî biha bûye. Kesên di xisarê de ne rebenê wekî min in. Yên bi miaşê askarî dixebitin, mamoste, dixtor in…û hwd.

Belê, şofêr em xistin nava van nîqaşan û üzücü xwe li me kir û qilîma venekir. Heta em li xwe hay bûn em gihaştin Amedê.

Related Posts

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak.